Kolberên Kurd bi sedemên cuda canê xwe jidest didin

20:39 - 29 Kanûna Paşîn 2019
Ajansa Kurdpa: Du kolberên Kurd yên xelkê bajarên Seqiz û Bane, bi sedema sirr û seqemê, li ser sînorê bajarê Bane, canê xwe jidest dan.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya“Kurdpa”yê, Roja Duşemî 8`ê Rêbendanê , “Saman Salihî” temen 24 salî û xelkê kolana “Qewex” ya bajarê Seqizê, û “Mihemed Kerîmî” xelkê gundê “ Şiwê” a girêdayî bajarê Bane, di binldahiyên çiyayên derdora gundê “Birwêşikan” a girêdayî devera “Nenor”ê, bi sedema sirr û seqemê canê xwe jidest dan.

Termê wan du kolberên Kurd ji aliyê xelkê wê deverê hatine peydakirin û bo nexweşxaneya bajarê Bane hatine veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ew du kolberên Kurd di encama şopandina, hêzên leşkerî yên hikûmetî rastî wê bûyerê hatine.

Herwisa vê çavkaniyê daye xuyakirin, di vê bûyerê de kolberekî din yê Kurd jî birîndar bûye, rewşa cismê wî baş nîne û di yek ji nexweşxaneyên bajarê Bane de razandine.

Herwisa kolberkî din yê Kurd yê bi navê “Ebas Qadirzade” bi sedema wê bûyerê bê qedere û tu zanyariyek derbara wî de ber dest nînine.

Di destpêka demsala sirr û seqemê de heya niha 7 kolberên kurd di bilindahiyên sînorên Kurdistanê de bi sedema sirr û seqemî canê xwe jidest dan e.

wêne: Mihemed Kerîmî