Kolberekî xelkê Seqizê li ser sînorê “Banê” bi sedema teqîna mînê birîndar bû

13:13 - 2 Tebax 2022

Êvara roja Yekşemî, 9ê Gelawêjê kolberekî Kurd yê bi navê “Eta Hesenzade Temûxe” xelkê bajarê “Seqiz”ê,  li ser sînorê “Hengejal” a bajarê “Banê” bi sedema teqîna mînê birîndarbû.

Pêka çavkaniyek agehdar, lingê wî wî kolberê Kurd bi dijwarî birîndar bûye û eger neştergerî bo neyê encamdan divê lingî wî bê birîn.

Herwisa çavkaniya agehdar behsa vê yekê jî kiriye ku, ew kolber bo neştergeriya lingê xwe hewcehî bi hevkariya malî heye

“Eta Hesenzade” niha li nexweşxaneya “Şehriyar” a bajarê “Tewrêz”ê de hatiye razandin.

Ew kolber xêzandar û bavê du zarokane.