Kolberekî xelkê banê li encama teqeya hêzên leşkerî ên hiklûmetê canê xwe ji dest da

18:31 - 16 Îlon 2021

Roja Pêncşemî 25ê Xermananê, kolberekî kurd ê bi navê “Mihemedemîn Qadirî, kurê Salih û xelkê Baneyê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê “Meran”ê ya wî bajarî, canê xwe ji dest da.

Çavekaniyekî agehdar ê “Kurdpa”yê di vê derheqê de ragihand: “gulleyê hêzên leşkerî bi dilê wî kolberê Kurd kevtibû ku demûdest canê xwe ji dest dabû”.

Hêzên leşkeriyên hikûmeta Îranê bi bê agehdarkirina berê teqe li Mihemedemîn Qadirî û hejmareke din ji kolberan kiribûn.

ew kolberê Kurd, xêzandar û bavê keçeke biçîk e.