Kolberekî xelkê Banê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê birîndar bû

19:06 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Çarşemî 6ê Gelawêjî di demjimêrên şevê de kolberekî Kurd ê bi navê “Resûl “Mewlanî” di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê, li ser sînorê “Birwêşkanî” yê girêdayê bajarê Baneyê birîndar bû.

Ew Kolbere digel girûpeke din a Kolberan rastî gullereşandîna rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê hatibûn.

Di wê bûyerê de, piyê çep ê “Resûl Mewlanî” birîndar bibû ku bo çareserkirina pizîşkî bo nexweşxaneya “Selaheddîn Eyûbî” ya li bajarê Baneyê hatiye veguhastin.