Kolberekî xelkê bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên leşkerî ve hat kuştin

17:44 - 29 Çirriya pêşîn 2022

Êvareya roja Pêncşemî 5`ê Xezelwerê, kolberek bi navê “Îsmaîl Elîzade” temen 50 salî û xelkê bajarê Bokanê û rûniştiyê bajarê Serdeştê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê yên li ser sînorê “Dolebî” canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî kolberê Kurd kirin.

Ew kolberê Kurd bavê du zarokan e.

Her di vê derheqê de, êvareya roja Çarşemî 4`ê Xezelwerê, sê kolber bi navên “Velî Emînî” kurê Xerîb, “Eyûb Babayî” kurê Şebîb û “Selam Sefayî” kurê Hesen xelkê bajarê Selasa Bawacanî, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên li ser sînorê bajarê Newsûdê hatin birîndarkirin.