Kolberekî xelkê bajarê Serdeştê bi teqeya hêzên leşkerî canê xwe ji dest da

18:51 - 1 Îlon 2022

Êvareya roja Çarşemî 9`ê Xermananê, kolberekî ciwan ê bi navê “Salih Reşîdzade” temen 22 salî û xelkê gundê “Qelereşê” ya girêdayî bajarê Serdeştê, bi teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê bajarê Banê, canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê teqe li wî kolberê Kurd kirin.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de ji Ajansa Nûçehaniya “Kurdpa”yê ragihand: Roja Înê 6`ê Befranbara sala 1398`an, birayê “Salih Reşîdzade” yê bi navê “Mihemed Reşîdzade” di dema kolberiyê de bi teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê “Qelereşê” ya girêdayî bajarê Serdeştê canê xwe ji dest dabî.

“Salih Reşîdzade” sobaye û kurê duyem yê malbatê ye ku, dibe qurbaniyê teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetî.

Her di vê derheqê de, roja Înê 4`ê Xermananê, kolberek bi navê “Rêbiwer Reşîdî” kurê Ebûbekir û xelkê gundê “Quliyava” yê girêdayî bajarê Banê, bi teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê “Biruêşkanî” ya girêdayî wî bajarî, canê xwe ji dest dabû.

Li gorî amara “Kurdpa”yê, di meha Gelawêjê de, li ser sînorê bajarê Banê 30 kolber hatine kuştin û birîndarkirin.