Kolberekî xelkê bajarê Seqizê li sînorê Baneyê hat birîndarkirin

12:58 - 11 Tebax 2022

Êvareya roja Dûşemî 17ê Gelawêjê, kolberekî Kurd yê bi navê “Kêyvan Elîpûr”, temen 38 salî û xelkê bajarê Seqizê, bi sedema teqeya rasterast ya hêzên leşkerî li ser sînorê “Kêle” yê girêdayî bajarê Baneyê hat birîndarkirin.

Di vê derheqê de çavkaniyek agehdar ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihand: “Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê, ev kolber û kolberên din li nav axa Herêma Kurdistanê dane ber gulleyan”.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: “Di wê gulereşandinê de, gule li singê wî kolberî kevtiye û hewceyî bi neştergeriyê heye”.

Pêka gotina vê çavkaniya agehdar, “Kêyvan Elîpûr” di nexweşxaneya “Selahedîn Eyyûbî” de hatiye razandin û di bin çavdêriya pizîşkî de ye”.

Herwisa vê çavkaniya agehdar di dawiyê de got: “Hêzên leşkerî yên hikûmetê, çendîn kolber binçav kirine û piştî destdanîn li ser tiştên wan, ew azad kirine”.