Kolberekî xelkê bajarê Seqizê li ser sînorê Banê hat birîndarkirin

20:22 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2022

Êvareya roja Yekşemî 19`ê Pûşperê, kolberekî Kurd ê bi navê “Ako Telayî” xelkê gundê “Merexuz” a girêdayî bajarê Seqizê bi sedema teqeya hêzên hikûmetê li ser sînorê “Kêlê” ya ser bi bajarê Banê bi awayekî dijwar birîndar bû.

Çavkaniyeke agehdar ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihand: Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li dema lipeykevtina kolberan, bi bê agehdarkirina berê teqe ji wan kiribûn û di encam de “Ako Telayî” bi awayek dijwar birîndar bibû.

Wê çavkaniyê daye zanîn: Ew kolberê Kurd bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê şepîlka wî bi awayekî dijwar birîndar bûye.

Herwisa çavkaniya “Kurdpa”yê da zanîn: “Ako Telayî” bi sedema birîndarbûn ji aliyê şepîlka xwe ve bo tedawiyên pizîşkî bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Sineyê hat veguhastin.

Her di vê derheqê de, êvareya roja Yekşemî 19`ê Pûşperê, kolberek din yê bi navê “Eyûb Cewanpûr” xelkê bajarê Seqizê bi sedema lipeykevtina hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Kêlê” ya bajarê Banê birîndar bibû.