Kolberekî xelkê bajarê “Seqiz”ê bi teqeya hêzên leşkerî hat birîndarkirin
18:05 - 7 Îlon 2022
Roja Sêşemî 15ê Xermananê, kolberekî Kurd xelkê bajarê “Seqiz”ê yê bi navê “Şoreş Başbilaxî” temen 41 salî, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Hengejal” yê bajarê “Banê” hat birîndarkirin.
Ew kolberê Kurd di mewdayek kin de û bi bê agehdarkirina berê, ji aliyê hêzên leşkerî ve teqe ji wî hatiye kirin.
Ew kolberê Kurd bi sedema berketina guleyên saçimeyî dest û lingên wî birîndar bûne.
“Şoreş Başbilaxî” xêzandar û bavê du zarokan e.