Kolberekî xelkê bajarê Nodşeyê canê xwe ji dest da

18:22 - 18 Îlon 2021

Şeva Înê 26`ê Xermananê, kolberekî Kurd ê bi navê “Şoket Qurbanî”, kurê Êvez û xelkê gundê “Dizawer” ê ser bi bajarê Nodşeyê, di dema kolberiyê de bi sedema sekinîna dil, canê xwe ji dest daye.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew kolbere rastî hêzên leşkerî yên hikûmetê hatiye û bi sedema tirsê, tûşî sekinîna dil bûye û canê xwe ji dest daye.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Hêzên leşkerî rêgirî ji alîkarîkirina pirsonêlên orjansê bo tedawiya pizîşkiya “Şoket Qurbanî” kirine.  

Wê çavkaniyê herwisa da zanîn ku ew kolber di encam de piştî çend demjimêran bi bê tedawiya pizişkî canê xwe ji dest daye.

“Şoket Qurbanî” xîzandar û xwediyê sê zaroka ne.