Kolberekî xelkê bajarê Merîwanê li ser sînorê Newsûdê hatin birîndarkirin

18:20 - 6 Îlon 2022

Roja Şemî 12`ê Xermananê, kolberê Kurd yê bi navê “Zana Îsmaîlî” temen 22 salî û xelkê bajarê Merîwanê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê Newsûdê, hat birîndarkirin.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî kolberê Kurd kirin û di wê bûyerê de lingê wî birîndar bûye.

Hêzên leşkerî bi çeka saçmeyî teqe ji wî kolberî kirin û zêdetir ji 15 saçmeyan ber wî kolberî kevtin.

Ew kolberê Kurd bona tedawiyên pizîşkî bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin û rewşa tendirustiya wî baş hatiye ragihandin.