Kolberekî xelkê bajarê Merîwanê bi sedema teqeya hêzên leşkerî hate birîndarkirin

17:30 - 28 Nîsan 2022

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, kolberekî Kurd ê bi navê “Mesûd Mehmûdî” temen 32 salî kurê Se`îd û xelkê gundê “Sîver” ê girêdayê bajarê Merîwanê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê Newsûdê hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetî bi bê agehdarkirina berê teqeya rasterast li wî kolberê Kurd kirin û milê navbirî bi awayek dijwar hatiye birîndarkirin.

 “Mesûd Mehmûdî” bo tedawiya pizîşkî bo navenda dermanî hate veguhastin û rewşa giştî ya tendirustiya wî baş  hatiye ragihandin.