Kolberekî xelkê bajarê “Ciwanro”yê li ser sînorê “Newsûd”ê hat birîndarkirin

18:20 - 5 Îlon 2022

Roja Yekşemî 13ê Xermananê, kolberekî Kurd yê bi navê “Himet Ebdî” bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê bajarê “Newsûd”ê hat birîndarkirin.

Ew kolberê Kurd temen 22 saliye û xelkê gundê “Mezirane” yê girêdayî bajarê “Ciwanro”yê ye.

Di vê bûyerê de serê “Himet Ebdî” birîndar bûye û bo tedawiyên pizîşkî bo nexweşxaneya “Qudis” ya li bajarê “Pawe” hatiye veguhastin.

Her di vê derheqê de sipêdeha roja Yekşemî 13ê Xermananê, du kolberên din yên bi navên “Îqbal Elîzade” rûniştiyê bajarê “Merîwan”ê û “Perwîz Muradî” xelkê bajarê “Selasa Bawecanî” bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Newsûd”ê hatin birîndarkirin.