Kolberekî xelkê bajarê “Banê” bi teqeya hêzên leşkerî li sînorê wî bajarî hat kuştin

17:23 - 27 Tebax 2022

Roja Înê 4ê Xermananê, kolberekî Kurd yê bi navê “Rêbiwar Reşîdî” kurê “Ebûbekir” xelkê gundê “Qolyava” yê girêdayî wî bajarî ji aliyê hêzên leşkerî ve, li sînorê “Birwêşkanî” yê girêdayî wî bajarî hat kuştin.

Pêka çavkaniyek agehdar, hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî kolberî kirine.

“Rêbiwar Reşîdî” xêzandar û bavê zarokekê bûye, û hevjîna wê jî pêgirane.

Pêka amarên Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyama meha Gelawêja îsa li sînorê bajarê “Bane” yê, 30 kolber hatine kuştin û birîndarkirin.