Kolberekî temen 55 salî bi sedema sir û seqemê canê xwe ji dest da

17:24 - 2 Şibat 2020

Roja Şemî, 12`ê Rêbendanê, kolberekî Kurd yê bi navê “Osman Fitûhî” naskirî bi “Osman Elî Mîna”, yê temen 55 salî û xelkê gundê “Mêşaw” û rûniştiyê taxa Tazava ya girêdayê bajarê Seqizê, bi sedema sir û seqemê canê xwe ji dest da.

Herwisa du kolberên din yên bi navên “Emîr Kerîmzade” xelkê gundê “Dereziyaret” û “Emîr Turcanî” digel “Osman Fitûhî” bûn ku li derheq rewşa wan ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

“Osman Fitûhî” xwediyê 5 zarokan e, ku bi sedema dabînkirina jiyana xwe ji rêya kolberiyê ve, rû li deverên sînorî yên Kurdistanê kiribû.

Roja Înê, 11`ê Rêbendanê, hejmarek ji kolberan ku di sînorê “Sêkuçke” ya girêdayê bajarê Seqizê, di nava befr û bagerê de asê bibûn, bi hewkariya rûniştiyên wê deverê ji mirinê rizgar bûn.