Kolberekî temen 18 salî, xelkê bajarê “Bane”yê di nava avê de xendiqî
13:13 - 25 Şibat 2022
Roja Pêncşemî 5ê Reşemê, Kolberekî temen 18 salî, bi navê “Dana salihpûr” xelkê bajarê “Bane” ê di nava çemê “Tajeban” de xendiqî.
Pêka çavkaniyên agehdar, ew kolber di dema zivirîn ji sînorê “Bane”yê ketiye nava çemê “Tajeban”ê û xendiqiye.
Herwisa wê çavkaniyê basa vê yekê jî kiriye ku heta niha hewil û geriyan bo peydakirina termê wî kolberê ciwan bê encam maye.
“Dana Salihpûr” xelkê gundê “Nêrwan” a girêdayî bi bajarê “Bane”yê ye.