Kolberekî temen 18 salî li ser sînorê Newsûdê hat birîndarkirin
19:22 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2022
Roja Înê 24`ê Pûşperê, kolberekî Kurd ê temen 18 salî û bi navê “Hêmin Miruwetî” xelkê bajarê Ciwanroyê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetî li ser sînorê Newsûdê hat birîndarkirin.
Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê û di mewdayeke kêm de, bi çeka saçmeyî teqe ji wî kolberî ciwan kirine.
Ew kolberê Kurd di vê bûyerê de pişta wî bi awayekî dijwar birîndar bûye û bona tedawiyên pizîşkî bo nexweşxaneya “Quds” a bajarê Pawe hatiye veguhastin.