Kolberekî temen 14 salî bi sedema berbûn ji bilindahiyê ve birîndar bû

17:46 - 10 Îlon 2020

Roja Yekşemî 16`ê Xermananê, kolberekî temen 14 salî yê bi navê “Manî Haşimî” xelkê gundê “Şemşêr” a ser bi bajarê Paweyê, bi sedema berbûn ji bilindahiya sînorê Newsûdê birîndar bû.

Ew kolberê Kurd di dema kolberiyê de kevte boseya hêzên leşkerî û bi sedema berbûn ji bilindahiyê ve, ser û leşê wî birîndar bû.

Tê gotin ku ew kolberê nûciwan bo kirîna telefonê bo karûbarên dersxwedinê, rû li kolberiyê kiriye.

Ew kolberê temen 14 salî bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Paweyê hate veguhastin û niha di bin tedawiya pizîşkî de ye.