Kolberekî nûciwan ji aliyê hêzên ewlehî ve hate îşkencekirin

18:01 - 8 Tebax 2020

Roja Pêncşemî 16`ê Gelawêj, kolberekî Kurd ê bi navê “Mubîn Husênî” kurê “Sîrûs”, temen 16 sal û xelkê gundê “Dûrîsan” a ser bi bajarê Paweyê, bi sedema êş û îşkenceyê ji aliyê hêzên ewlehî yên hikûmetê ve hatiye birîndarkirin.

Hêzên ewlehî yên hikûmetê ew kolberê Kurd di bilindahiya sînorê Newsûd ve bi qondaxa çekê dane ber derban û îşkence kirine.

Ew kolbere bi sedema lêdan û derban û îşkenceya hêzên ewlehî, demûçavên wî bi awayekî dijwar birîndar bûye.

Rewşa tendirustiya “Mubîn Husênî” nebaş e û bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Paweyê hate veguhastin.