Kolberekî nûciwan bo neştegeriyê bo bajarê Tehranê tê veguhastin

17:35 - 12 Îlon 2020

Kolberekî nûciwan yê bi navê “Manî Haşimî” kurê Seyîd Hadî, temen 14 salî û xelkê gundê “Şimşêr” a ser bi bajarê Paweyê, bi sedema berbûn ji bilindahiyê ve birîndar bû û bo neştegeriyê bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Tehranê tê veguhastin.

Yek ji xizmên wî kolberê Kurd bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye: “Ew kolberê nûciwan çar rojan di nexweşxaneya Taliqanî a bajarê Kirmaşanê de hatibû razandin û piştre hatibû murexesîkirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Ew kolberê nûciwan di wî bûyerê de hiskê rûmetê wî şikestiye û bo neştegeriyê dibe bo bajarê Tehranê bê veguhstin.

Roja Yekşemî 16`ê Xermananê, ew kolberê Kurd di dema kolberiyê de kevte boseya hêzên leşkerî û bi sedema berbûn ji bilindahiyê ve, ser û leşê wî birîndar bû.

Tê gotin ku ew kolberê nûciwan bo kirîna telefonê bo karûbarên dersxwedinê, rû li kolberiyê kiriye.