Kolberekî Kurd piştî 8 rojan canê xwe ji ders da

19:02 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Înê 27ê Tîrmehê, kolberekî Kurd yê bi navê “Şemzîn Ehmedî” kurê “Hakim” xelkê gundê “Koran” a ser bi devera Soma û Biradost a bajarê Urmiyê piştî 8 rojan di nexweşxaneya bajarê Van a Tirkiyê de canê xwe ji dest da.

Ew kolberê ciwan bi sedema berketina sê gulleyan bi zikê wî di beşa çavedêriya taybet a nexweşxaneya bajarê Van a tirkiyê de hatibû razandin.

Ew kolberê Kurd roja Pêncşemî 19ê Tîrmehê, digel du kolberên din yên bi navên “Hikmet Ehmedî” kurê “Sidêq” xelkê gundê “Koran” û “Roşen Cehangîrî” kurê “Fazil” xelkê gundê “Sînava” a ser bi devera Soma û Biradost a bajarê Urmiyê bi sedema gullereşandina Spaha Pasdaran bi awayekî dijwar hatibûne birîndarkirin.

Ew sê kolberên Kurd bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneyên bajarê “Gever û Van”ê a Bakurê Kurdistanê hatibûne veguhastin.

Şemzîn Ehmedî birayê Erselan Ehmedî ye ku roja Yekşemî 4ê Cozerdana îsal di dema kolberiyê de li ser sînorê Soma û Biradost a bajarê Urmiyê di encama gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê de canê xwe ji dest dabû.