kolberekî Kurd li sînûrê bajarê Baneyê birîndar bû

11:41 - 25 Tebax 2022

Roja Sêşemî 1`ê Xermananê kolberê Kurd yê bi navê “Aras Mihemedpûr”, xelkê bajarê Serdeştê li ser sînûrê bajarê Baneyê bi sebeba teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetê birîndar bû.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê, gole li ser wî kolberê Kurd de reşandin e.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ev kolberê Kurd bi sedema kûrahiya birînan bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Sineyê veguhastin e.

“Aras Mihemedpûr” kolberê Kurd yê birîndar bûye û xwediyê du zarokan e.

Her di vê derheqê de jî, roja Sêşemî 1`ê Xermananê kolberekî din yê Kurd yê bi navê “Ferşad Xalidî” xelkê gundê “Satyarî” yê ser bi bajarê Pawe bi sebeba teqeya rasterat ya hêzên leşkerî yên hikûmetê yên li ser sînûrê bajarê Newsûdê, birîndar bûye.