Kolberekî Kurd li sînorê “Newsûd”ê hat birîndarkirin

18:46 - 28 Tebax 2022

Roja Şemî 5ê Xermananê, kolberekî Kurd yê bi navê “Macid Mihemedî” bi teqeya hêzên hikûmetê li ser sînorê “Newsûd”ê hat birîndarkirin.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî kolberî kirine.

Di wê bûyerê de pêyê wî Kurd bi dijwarî birîndar bûye û bo tedawiyên pizîşkî bo navendek dermanî hatiye veguhastin.

“Macid Mihemedî” rûniştiyê bajarê “Nodişe” ya girêdayî bajarê “Pawê” ye.

Her di vê derheqê de, roja Înê 4ê Xermananê kolberek din yê Kurd yê bi navê “Rêbiwar Reşîdî” kurê “Ebûbekir” xelkê gundê “Qulyava” yê girêdayî bajarê “Banê” bi sedema teqeya rasterat ya hêzên leşkerî li sînorê “Birwêşkanî” a wî bajarî hat kuştin.