Kolberekî Kurd li sînorê Baneyê, bi teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetê hat kuştin

18:35 - 12 Îlon 2022

Roja Yekşemî 20ê Xermananê, kolberekî Kurd yê bi navê “Rizgar Mihemedzade” temen 40 salî, bi sedema teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Hengejal”e ya bajarê “Bane”yê canê xweji dest da.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê, teqe ji wî kolberî Kurd kirine.

Termê wî kolberê Kurd bo nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” hatiye veguhastin.

“Rizgar Mihemedzade” xêzandar û bavê du zarokan e û xelkê bajarê “Seqiz”ê ye.

Pêka bilindbûna rêjeya kuştina kolberan di deverên sînorî de, tenê di heyama rojên 11 heta 15ê Xermanana sala 1401an de, bi gelemper 13 kolber li deverên sînorî yên weke “Newsûd, Bane, Merîwan û Serdeşt”ê hatine birîndarkirin.

Pêka amarên hatinî tomarkirin di navenda amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê li sala 1400`an 225 kolber li Kurdistana Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.(45 kuştî û 180 birîndar).