Kolberekî Kurd li ser Sinûrê Çaldiranê birîndar bû

13:17 - 12 Nîsan 2020

Di çend Rojên derbas bûyî de hejmarek ji Kolberên Kurd li ser Sinûrê çaldiranê kevtne ber desrêjiya gullênên hêzên Sipaha Pasdaran û di encamê de kolberek bi navê Mecîd Berayî bi giranî birîndar bû.

Ev Kolberê kurd li nêzîkî Gundê Şêxsilo û li ser bilindahiya ser Sinûr kevte ber desrêja gullan.

Mecîd bi hegera giraniya birînên xwe bo nexweşxanê hatiye weguhastin.

Her di derheq qedera reşe Kolberiyê de, Roja Çwarşemiya derbas bûyî 9 ê Nîsanê, cinazê Kolberek ê bi navê Esker Mihemedî xelkê Gundê Nebîkendî ser bi Çaldiranê li bilindahiya ser Sinûr hatibû peydakirin.

Herwisa roja 7 ê Nîsanê jî, Kolberekî Kurd bi navê Birhan Cînîkanlû, temen 28 salî xelkê Bazirgan, li ser Sinûr kevte ber  desrêjiya gulên hêzên hikumetê û canê xwe ji dest da.