Kolberekî Kurd li ser sînorê Şûşmê hate birîndarkirin

17:34 - 16 Nîsan 2022

Îro Şemî 27`ê Xakelêwe, kolberekî Kurd ê bi navê “Turec Kerîmî” temen 37 salî û kurê Muşîr, bi sedema teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê Şûşmê, hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî kolberê Kurd kiribûn.

Ew kolbere bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Pawê hatiye veguhastin.

“Turec Kerîmî” xelkê gundê “Şimşêr” û rûniştiyê bajarê Newsûdê ye.