Kolberekî Kurd li ser sînorê Newsûdê hate kuştin
17:17 - 30 Nîsan 2022
Sibêdeha roja Şemî 10`ê Banemerê, kolberek bi navê “Sefer Subhanî” kurê Heyder, xelkê gundê “Dûrîsan” yê girêdayê bajarê Paweyê, bi sedema teqeya hêzên Întizamî yên hikûmetê canê xwe ji dest da.
Hêzên Întizamî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê û di mewdayek nêzîk de, teqe ji wî kolberê Kurd kirine.
Termê wî kolberê Kurd bo pizîşkê yasayî yê bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin.
“Sefer Subhanî” xîzandar û bavê dû zarokan e.