Kolberekî Kurd li ser sînorê Newsûdê hate birîndarkirin

17:37 - 30 Nîsan 2022

Sibêdeha roja Şemî 10`ê Banemerê, kolberekî Kurd ê bi navê “Ferşîd Qadirzade” xelkê gundê “Dişe” yê bajarê Paweyê, bi sedema teqeya hêzên Întizamî li ser sînorê Newsûdê, hate birîndarkirin.

Hêzên Întizamî bi gulleyên saçmeyî teqe ji wî kolberê Kurd kirin.

Ew kolberê temen 27 salî bi bê agehdarkirina berê li mewdayekî nêzîk de, ji aliyê hêzên Întizamî ve teqe jê hatiye kirin.

Ew kolbere bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Paweyê hatiye veguhastin û niha di bin neştergeriyê de ye.

Herwisa sibêdeha roja Şemî 10`ê Banemerê, kolberek bi navê “Sefer Subhanî” kurê Heyder, xelkê gundê “Dûrîsan” yê girêdayê bajarê Paweyê, bi sedema teqeya hêzên Întizamî yên hikûmetê canê xwe ji dest dabû.