Kolberekî Kurd li ser sînorê Newsûdê hate birîndarkirin

17:56 - 14 Nîsan 2022

Roja Sêşemî 23`ê Xakelêwe, kolberekî Kurd ê bi navê “Feryad Edak” xelkê gundê “Jîwar” yê girêdayê bajarê Sewlava, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê Newsûdê hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî kolberê Kurd kirin û navbirî bo tedawiya pizîşkî bo navenda darmanî ya bajarê Pawê hatibû veguhastin.

Her di vê derheqê de, roja Çarşemî 24`ê Xakelêwe, kolberekî Kurd ê bi navê “Mihemed Mewlûdî” xelkê bajarê Banê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Hengejal” ê wî bajarî hate birîndarkirin.