Kolberekî Kurd li ser sînorê Newsûdê hat birîndarkirin

17:53 - 9 Çirriya paşîn 2022

Êvareya roja Sêşemî 17`ê Xezelwerê, kolberek bi navê “Dara Şêxmuradî” xelkê bajarê Selasa Bavacanî, bi sedema teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê “Mîle” ya bajarê Newsûdê, hat birîndarkirin.

Hêzên leşkerî ji nêzîk ve û bi bê agehdarkirina berê, teqe ji wî kolberê Kurd kiribûn.

Ew kolberê Kurd bona tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin û rewşa tenduristiya navbirî baş hatiye ragihandin.