Kolberekî Kurd li ser sînorê Newsûdê de hate birîndarkirin

18:24 - 25 Tebax 2020

Roja Duşemî 3`ê Xermananê, kolberekî Kurd yê bi navê “Cefer Remezanî” kurê “Mihemed”, temen 50 sal û xelkê Selas a Bavecanî, li ser sînorê Newsûdê bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê hate birîndarkirin.

Ew kolberê Kurd li wî bûyerê de destê wî birîndar bû ye û bo tedawiya pizîşkî bo nexoşxaneyê hatiye veguhastin.

Her di wê derheqê de, êvareya roja Şemî 1`ê Xermananê, kolberekî Kurd yê bi navê “Behrûz Muradî” kurê “Mîrzira”, xelkê “Tazava” a girêdayê Selas a Bavecanî, di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê Newsûdê de hate birîndarkirin.