Kolberekî Kurd li ser sînorê Newsûdê de hate birîndarkirin

19:44 - 23 Tebax 2020

Êvareya roja Şemî 1`ê Xermananê, kolberekî Kurd yê bi navê “Behrûz Muradî” kurê “Mîrza”, xelkê “Tazava” a girêdayê Selas a Bavecanî, di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê Newsûdê de hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê teqe li wî kolberê Kurd kirine û pişta wî ber gulleyê ketiye.

Ew kolbere bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

 “Behrûz Muradî” xwedî jin û zaroke.

Her di wê derheqê de, roja Sêşemî 28`ê Gelawêjê, kolberekî ciwan ê bi navê “Seidî Mîrzayî” kurê “Reşîd”, temen 24 sal, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê Newsûdê de hatibû birîndarkirin.