Kolberekî Kurd li ser sînorê Newsûdê bi teqeya hêzên leşkerî hat birîndarkirin

18:04 - 2 Tebax 2022

Roja Duşemî 10ê Gelawêjê, kolberekî Kurd yê bi navê “Mihemed Qadirî” kurê “Elî” û rûniştiyê bajarê “Ziyaret Temerxan” yê girêdayî bajarê “Selasa Bawecanî” li ser sînorê “Newsûd”ê bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê hat birîndarkitin.

Hêzên leşkerî di mewdayek kin de bi bê agehdarkirina berê, teqe ji ew kolberê Kurd kirin.

Di wê bûyerê de ling, mil û pişta wî kolberê Kurd birîndar bûne û ew bo tedawiyên pizîşkî bo nevendên dermanî hatiye veguhastin.