Kolberekî Kurd li ser sînorê Dolebî a bajarê Serdeştê canê xwe jidest da

20:27 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Kolberekî ciwan yê xelkê bajarê Serdeştê, bi gulereşandina rasterast a hêzên leşkerî ên hikûmetê, canê xwe jidest da.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî, 24`ê Pûşperê, hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê Dolebî a bajarê Serdeştê, komek ji kolberên Kurd dane ber gulereşandina rasterast.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, bi sedema gulereşandina rasterast a hêzên leşkerî ên hikûmetê, Kolberekî Kurd yê bi navê “Biryacî Îbrahîmzade” kurê Xizir, yê gundê “Golan” a girêdayî bajarê Serdeştê, cane xwe jidest da ye.

Leşkerên hikûmetê, bi bê agehdar kirina berê, ew Kolberên Kurd dane ber guleyan.

Her di vê pêwendiyê de, roja Înê, 21`ê Pûşperê, Kolberekî Kurd yê bi navê “Kerîm Farsî” û temen 19 salî û yê xelkê gundê “Qotor” a girêdayî bajarê Xoyê, di ser sînorê bajarê Xoyê, bi gulereşandina rasterast a hêzên leşkerî ên hikûmetê hate birîndarkirin.