Kolberekî Kurd li ser sînorê Çaldêranê bi teqeya çekdarên Îranê birîndar bû

12:34 - 18 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd, li ser sînorê Çaldêranê ji aliyê çekdarên hikumetê ve rastî teqeyê hat û di encamê de birîndar bû.


Li gorî raporta ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “ Kurdpa”yê, di rojên derbasbûyî de, kolberekî Kurd bi navê “ Mihemed Miraz “ di encama teqeya çekdarên hikumetê de li ser sînorê Çaldêranê hate birîndarkirin.


Ew kolberê Kurd bê hoşdarî li gundê “Mûradlû” ê ser bi bajarê Çaldêranê, ji aliyê çekdarên Îranê ve rastî destrêjê hatiye. 


Tê gotin pişt û lingê wî birîndar bûne û bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Çaldêranê hatiye veguhestin.


Di bûyereke din de roja pêncşemiyê, 26ê Befranbarê, kolberekî Kurd bi navê “Cemal Balikî“ xelkê gundê “Balik“ ê ser bi bajarê Merîwanê, ji zinarên çiyayê Tete ê navçeya Hewramanê verisiya û birîndar bû. 


Li gor amara Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa” yê, di sala 2019an de, 251 kolber ji aliyê çekdarên hikumeta Îslamî a Îranê ve hatine kuştin û birîndarkirin, ku 71 kuştî û 180 birîndaran lixwe digire.