Kolberekî Kurd li ser sînorê Baneyê hate birîndarkirin

10:53 - 3 Çirriya paşîn 2020

Roja Duşemî 12ê Xezelwerê, kolberekî Kurd yê bi navê “Eyûb HUsênî” kurê Eta xelkê bajarê “Banê” bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Hengejal” yê wî bajarî hate birîndarkirin.

Ev kolber digel desteyek ji kolberan bi bê agehdarkirina berê rastî teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatin.

Ew kolbere bo çareseriya pizîşkî bo navenda dermanî ya bajarê Banê hate veguhastin.

Roja Duşemî 12ê Xezelwerê, kolberekî Kurd yê bi navê “Siyaweş Kuresonî” xelkê gundê “Rawyan” yê ser bi beşa Kotol a Xoyê di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê de li ser sînorê wî bajarî canê xwe ji dest da.