Kolberekî Kurd li ser sînorê Banê hate birîndarkirin

21:33 - 1 Kanûna pêşîn 2021

Şeva Sêşemî 9ê Sermawezê, kolberek Kurd ê bi navê “Fireydûn Mihemdî kurê “Hisên” temen 33 salî û xelkê gundê “Guêzlê” girêdayê bajarê Banê, di encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê de hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê li sînorê “Hengejal”ê girêdayê bajarê baneyê, teqeya rasterast li wî kolberî kirine.

Navbirî bi sedema teqeya hêzên leşkerî, pêyek wî birîndar bûye û bo çareseriya pizîşkî bi navendên dermanî ên bajarê Baneyê hatiye veguhastin.