Kolberekî Kurd li ser sînorê Banê hat birîndarkirin

18:40 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Şemî 11`ê Pûşperê, Kolberekî Kurd yê bi navê “Kemal Îbrahîmzade” xelkê gundê “Dêwlan” yê girêdayî bajarê “Serdeşt”ê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorê “Bane” hat birîndarkirin.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî Kolberê Kurd kirine.

Bi sedema teqeya hêzên leşkerî ew kolberê Kurd rûyên wî birîndar bûye û bo tedawiyên pizîşkî bo nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” hatiye veguhastine.

“Kemal Îbrahîmzade” xêzandar û bavê du zarokan e.