Kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê Xoyê hate birîndarkirin

11:11 - 11 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd bi sedema gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi dijwarî hate birîndarkirin û piştre bo navenda dermanî a bajarê Xoyê hate veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurpa”yê, roja Yekşemî 19`ê Xezelwerê, Kolberekî Kurd yê bi navê “Husên” û temen 24 salî û xelkê gundê “tur” a ser bi devera sînorî ya “Elend” a ser bi bajarê Xoyê, bi sedema gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi dijwarî hate birîndarkirin.

Pê wî kolberê Kurd hate birîndarkirin û piştre bo dermanxaneya gundê “Bilesor” hate veguhastin, û bi sedema dijwariya birîna wî bo nexweşxaneya bajarê Xoyê hate veguhastin.

Ew kolbere niha di nexweşxaneya bajarê Xoyê de hatiye razandin.