Kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê Urmiyê hate birîndarkirin

20:32 - 30 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd ê xelkê bajarê Urmiyê, di encama gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên dikûmeta Îranê birîndar bû.

Li gorî nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyama çend rojên derbazbûyî de, komek kolberên Kurd di devera Biradost a girêdayî bajarê Urmiyê, rastî bosyeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatin û di encama gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî de kolberê Kurd yê bi navê Sîna Mamhemîdî, temen 23 salî, û kurê Murda bi dijwarî birîndar bû.

Gulle li pişta wî kolberî Kurd ketiye û ev bo çareseriyên pîzişkî bo navenda dermanî a bajarê Urmiyê veguhastine.

Ev koma kolberên Kurd bi bê hişdariya pêştir, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê yên li binkeya Bêrdûk a li ser sînorê bajarê Urmiyê rastî gullereşandina rasterast hatine.

Her di vê derheqê de, roja Sêşemî 7`ê Cozerdana 1398`an, komek kolberên Kurd li devera Seçûman a girêdayî bajarê Pîranşarê, bûne armanca rasterast a hêzên leşkerî yên Spaha Pasdaran û di encamê de du kolberên bi navên, Xalid Selîmî xelkê bajarê Serdeştê û Akam Bardêl xelkê bajarê Mehabadê, bûne gorî, û hejmareke kolberên din jî bi dijwarî birîndar bûn.

Herwisa roja Duşemî 6`ê Cozerdanê, kasibkarekî din yê Kurd yên bi navê Nasir Eleviyan, temen 55 salî û xelkê gundê Miyanê ku, akinciyê bajarê Merîwanê bû bi sebeba gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetî bi dijwarî birîndar bûye.