Kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê Serdeştê hate birîndarkirin

17:33 - 28 Nîsan 2021

Roja Sêşemî 7`ê Banemer, kolberekî Kurd yê bi navê “Saman Resûlpûr”, xelkê bajarê Serdeştê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê, li ser sînorê wî bajarî hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi bê agehdarkirina berê ew kolbere û hejmareke din ji kolberan dane ber gulleyan.

“Saman Resûlpûr”, bo tedaviya pizîşkî bo yek ji navendên dermanî yên bajarê Serdeştê hatiye veguhastin.