Kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê Serdeştê hat birîndarkirin

18:59 - 31 Tebax 2022

Roja Sêşemî 8`ê Xermananê, kolberekî Kurd ê bi navê “Ce`ifer Xizûm” temen 33 salî bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Nukan” a girêdayî bajarê Serdeştê hat birîndarkirin.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê û ji nêzîk ve ew kolberê Kurd dane ber teqeya rasterast.

Ew kolberê Kurd di wê bûyerê de ji aliyê navteng û pişta xwe ve birîndar bûye û bona tedawiyên pizîşkî bo navenda dermanî ya bajarê Serdeştê hatiye veguhastin.

Ew kolber xelkê gundê “Kanîzer” ya girêdayî bajarê Serdeştê ye û navbirî xîzandar û bavê zarokekê ye.