Kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê Newsûdê hate birîndarkirin

17:10 - 26 Kanûna Paşîn 2022

Roja Sêşemî 5`ê Rêbendanê, kolberê Kurd yê bi navê “Mîlad Rostemî” kurê Husên û xelkê gundê “Heşmr”a girêdayî bajarê Selasa Bavezanî, bi sedema teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetÎranê, li ser sînorê bajarê Newsûdê hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî kolberê Kurd kiribûn.

Mixabin di vê bûyerê de, bi sedema vê ku gule li zikê wî kolberê Kurd ketibû û herwisa jiber kûrbûna birînan, ev bona çareseriyên pîzişkî bo nexweşxaneya bajarê Pawe veguhastibûn.

 “Mîlad Rostemî” temen 26 salî û dezgîrandar e.