Kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê Newsûdê hate birîndarkirin

17:06 - 9 Adar 2021

Roja Duşemî 18`ê Reşeme, kolberekî Kurd yê bi navê “Hucet Qizawet”, xelkê bajarê Selasa Bawecanî, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê, li ser sînorê Newsûdê hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê, ew kolber û desteyek din ji kolberên Kurd dabûne ber gulleyan.

“Hucet Qizawet”, bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya navendî ya bajarê Paweyê hatiye veguhastin.