Kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê Newsûdê hate birîndarkirin

16:40 - 14 Kanûna Paşîn 2021

Roja Çarşemî 24ê Befranbarê, kolberekî Kurd yê bi navê “Ariya Xalidî”, xelkê gundê “Nerwê” yê ser bi bajarê Newsûdê, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hate birîndarkirin.

Ew kolberê Kurd, bi bê agehdarkirina berê ji aliyê hêzên leşkerî ve teqe jê hate kirin.

Ew kolbere di encama wê bûyerê de, lingê wî birîndar bû.

Ew kolberê Kurd, bo tedaviya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Kirmaşanê hate veguhastin.