Kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê Newsûdê hate birîndarkirin

17:48 - 12 Kanûna Paşîn 2021

Roja Duşemî 22ê Befranbarê, kolberekî Kurd yê bi navê “Îrfan Ezîzyanî” kurê Mihemedsalih û xelkê bajarê Selas a Bavecanî, bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorê bajarê Newsûdê hate birîndarkirin.

Ew kolberê Kurd, bi bê agehdarkirina berê ji aliyê hêzên leşkerî ve teqe jê hate kirin û bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneyê hate veguhastin.

Ew kolbere di encama wê bûyerê de, bask û milê wî ji aliyê hêzên leşkerî ve hate birîndarkirin.

Her di wê derheqê de, roja Înê 19ê Befranbarê, kolberekî Kurd yê bi navê “Omîd Salihî” kurê Yedulah û xelkê gundê “Nigil” yê ser bi devera Kelaterzan a girêdayê bajarê Sineyê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li bilindahiya “Tete” hatibû birîndarkirin.