Kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê Newsûdê hate birîndarkirin

17:19 - 29 Kanûna pêşîn 2020

Roja Duşemî 8ê Befranbarê, kolberekî Kurd yê bi navê “Ebdulkerîm Muhemedî” xelkê gundê “Piştkur” yê ser bi bajarê Selasa Bavacanî, bi sedema berbûn ji bilindahiya sînorê bajarê Newsûdê ve birîndar bû.

Ew kolberê Kurd li dema kolberiyê ji bilindahiya sînorê bajarê Newsûdê ve rastê wê bûyerê hatiye û rewşa tendirustiya wî kolberê, nebaş hatiye ragihandin.

Ew kolberê Kurd, bo tedawiya pizîşkî bo yek ji nexweşxaneyên wî bajarî hatiye veguhastin.