Kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê Newsûdê hate birîdarkirin

16:36 - 1 Adar 2021

Roja Şemî 9`ê Reşeme, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser desteyek ji kolberên Kurd li ser sînorê bajarê Newsûdê, kolberekî Kurd hate birîndarkirin.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê nasnameya wî kolberê Kurd yê bi navê “Mihemed” xelkê gundê “Dariyan” yê ser bi bajarê Paweyê ragihandiye.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bi çekên “nêçêriyê” teqe ji wî kolberî kirine û navbirî di wê bûyerê de serûçavên wî birîndar bûye.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand, Mihemed xîzandar e û bo çareseriya pizşkî bo nexweşxaneya bajarê Paweyê hatiye veguhastin.