Kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê Banê hate birîndarkirin

18:29 - 18 Gulan 2021

Roja Duşemî 27`ê Banemerê, kolberekî Kurd yê bi navê “Ebdullah”, bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorê “Zile”yê ser bi bajarê Banê hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî, bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî kolberê Kurd kirine.

Di wê bûyerê de, lingê Ebdullah bi awayekî dijwar birîndar bûye û bo tedawiya pizîşkî bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Banê hate veguhastin.  

Her di wê derheqê de, roja Duşemî 27`ê Banemer, kolberekî Kurd yê bi navê “Yûsif Emînî”, xelkê gundê “Nenûr” a ser bi bajarê Banê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorê “Birwêşkanî” ser bi wî bajarî, hatiye birîndarkirin.