Kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê Banê hate birîdarkirin

18:01 - 28 Çirriya pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd yê xelkê bajarê Banê, bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşekerî yên hukûmeta Îranê, di ser sînorê wî bajarî de, hate birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî, 5`ê Xezelwerê, Kolberekî Kurd bi navê “Emîr Emîrzade”, xelkê gundê “Bilesen” a girêdayê bajarê Banê, bi sedema teqeya hêzên hukûmetê, birîndar bû.

Ew Kolberê Kurd, bi bê agehdarkirina berê, di ser sînorê ”Zilê” a girêdayê bajarê Banê, ji aliyê hêzên leşkerî ve hate birîndar kirin û bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Banê hate veguhastinê.